Komeleya Jinan Alîkariya Jinan a Navçeya Kassel e. V. di sala 1992 de hatiye damezrandin.
Em bi eşkere behsa tundiya li ser jinê dikin.
Em şîret û piştgiriyê didin jinên ku ji tundiyê bandor bûne.
Tundûtûjî cihêreng e: Şîdeta fîzîkî, derûnî û zayendî heye.
Mafê her jinekê ye ku jiyaneke bê tundûtûjî û bi xwe tayîn bike!
Mafê her zarokî heye ku perwerdehiyek bê tundûtûjî û piştgirî werbigire!
Em ji bo we amade ne. Em ji we re şîret dikin û alîkariya we dikin.
Ger divê hûn ji mala xwe derkevin, ji kerema xwe van bînin bîra xwe.
Çêtir e ku hûn kaxezên girîng, karta nasnameyê û sertîfîkayan li cîhek ewle berhev bikin.
Kaxez û tiştên herî girîng:
Wêne bi orîjînal, wek fotokopî an bi têlefona xweya desta
Em tu kesî dadbar nakin. Ger hewcedariya we bi alîkariyê hebe em ji bo we li vir in. Em piştgiriya we dikin.
Em xwe dispêrin bexşan û ji her piştgirîyê kêfxweş in.
Hemî agahdarî di derbarê bexşan de li vir têne dîtin.